6’EMÎN FESTÎVALA ZAROKAN LI KANTONA REQAYÊ DEST PÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi hevkariya Desteya Çand û Şûnwaran, Navenda Çand û Hunerê û Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê, 6’emîn Festîvala Zarokan li bajarê Reqayê dest pê kirin.

Festîval bi dirûşma”Zarokên me kevokên Aştiyê ne” li Hola Tac ya Reqayê li dar ket.

Bi dehan endamên saziyên çandî û malbatên zarokan beşdar bûn.

Di vekirina festîvalê de axaftin li ser navê Desteya Çandê û Meclîsa Cîbicîkar a kantona Reqayê hatin kirin. Her wiha daxuyaniyek li ser navê zarokên beşdar hat dayîn.

Di bernameya roja yekem de berhemên hunerî yên cûrbecûr weke: şano, govendên gelêrî, xwendina helbestan û stranbêjî hatin pêşkêşkirin.

festîval dê du rojan berdewam bike û bi xelatkirina zarokên beşdar bi dawî bibe.

Share This Article