BI HATINA BERF Û BARANÊ RE DILÊ COTKARÊN HERÊMÊ XWEŞ BÛYE

Rojava Tv
2 Min Read

Ji ber ev çend sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran nehatibû, rewşa çandniyê ketibû metrsiyeke pir mezin de, Lê bi hatina berf û baranê re, hêvî li cem cotkaran careke din geş bûn.

Têkildarî vê mijarê cotkaran hêvî kirin ku îsal mewsim baştir be.

Herêma bakur û rojhilatê sûriyê ku ev çend sal in ji ber nehatina baranê rewşa çandniyê ketibû metrsiyeke pir mezin de, Lê Careke din bi hatina berf û baranê re, dilê cotkaran xweş bû û hêvîyên wan zindî bû ku îsal wê mewsimekî baş hebe .
Li nava erdekî çandiniyê yê gundewarê Qamişloyê ku sîmayên şînbûna xwezayê lê geş bûne, cotkar ji Rojava TV re behsa rewşa çandiniyê ya piştî berf û baranê dikin.

Hevserokê desteya çandinî û sewaldariyê ya bajarê Qamişlo Dijwar Mihemed jî ragihand, hêviyên wan mezin in ku bi hatina berf û baranê re mewsimê îsal dê baştir bibe.

Herêma bakur û rojhilatê sûrî weke sepata xurakê ya Sûriyê tê naskirin û jêdera sereke ya debara xelkê herêmê ye.

Li gorî amarên desteya çandiniyê li ser asta kantona cizîrê zêdetirî 2 milyoz û 20 hezar donomên avî ye û jî 3 melyon û 300 hezar donomên bejî hatine çandin.

Share This Article