LI KAMPA HOLÊ HETA NIHA JINÊN DAIŞ ZAROKÊN XWE LI SER TUNDREWIYÊ PERWERDE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Her çendî di 23’ê Adara sala 2019’an de QSD’ê têkbirina DAIŞ di milê erdnîgarî de li dawî pêgeha wan li baxoza dêrazorê ragihand, lê heta niha jî metirsiya jinûve zindîkirina DAIŞ li herêmê berdewam e.

Li kampa Holê ku weke metirsîdartirîn kamp li cîhanê tê nasîn, 35 hezar kes hene ji nava wan beşeke taybet bi muhacîratan an ku jin û malbatên çeteyên daiş ji ‎‎42 welatan hene.‎

ji nava wan jinan, hejmareke heye ku heta niha jî bi heman îdiyolojiya DAIŞ’ê tevdigerin û hewildidin ku xwe jinûve birêxistin bikin.

nûçegihana rojava tv hevdîtin li gel jinekê pêk anî ku bi heman hişmendiya tundrew tevdigere, ew jin dibêje ku ew 2 zarokên xwe yên ku bavê wan di nava çeteyên daiş de hatiye kuştin, li ser heman fikrê daişî perwerde dike.

Ev rastî, xetereya kûr a bandora berdewam a jinên radîkal li ser zarokan radixe ber çavan û wan dike bombeyên demkî ku di pêşerojê de civakê tehdîd dike.
Ji ber wê hêzên ewlekariya hundirîn, QSD û YPJ’ê operasyonên ewlehiyê li kampa holê lidardixe.

Share This Article