Di bin dirûşmeya “komîn bingehê avakirina aştî û civaka Demokratîk e” îro yekem car li bajarê Qamişlo konferansa komînan hate lidarxistin.
Beşdarên konferansê diyar kirin ku armanca wan ji lidarxistina konferansên komînan xurtkirina sîstema rêveberiya xweser e.
Di bin dirûşmeya “komîn bingehê avakirina aştî û civaka Demokratîk e” îro yekem car li bajarê Qamişlo konferansa komînan hate lidarxistin.
Konferans bi beşdarbûna bi sedan ji xelkên Qamişlo, nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, kongra star û hêzên ewlekariya hundirîn, li hola zana ya bajêr hate li darxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê perspektîvên Rêber Apo hatin xwendin û bendên Girêdayî komînan di hevpeymana civakî de hatin nîqaşkirin.
Ji nava Konferansê Hevserokê Encumena Cîbicîkar a kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina konferansên komînan xurtkirina sîstema rêveberiya xweser e.
Her wiha ji beşdarên konferansê Rêvebera Kongra Star a taxa Enteriyê Ahîn Ibrahîm behsa hurguliyên konferansê kir.
Li gorî Rêveberiya xweser a kantona cizîrê Piştî ku konferansa komînan li tevahî bajarên kantonê werin lidarxistin wê konferansa giştî li ser asta kantona cizîrê were sazkirin.
