104 xwendekarên beşên mamostetiya refê, dîrok, wêjeya erebî û wêjeya îngilîzî bi şahiyekê ji Peymangeha Şehîd Zozan der çûn.
Di şahiyê de axaftin li ser navên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Peymangeha Şehîd Zozan hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, “Şoreşa Rojava gava ku dest pê kir, pêre şoreşa ziman jî dest pê kir, zanist û zanîn bûn faktora bingehîn û esasî.
Dûre xwendekaran mamosteyên peymangehê xelat kirin û dîlan gerandin. Piştî wê jî bawername li xwendekaran hatin belavkirin.
