Navenda çandê ya girêdayî desteya çand û şûnwaran ya kantona Reqayê, perwerdeyeke nivîsandina senaryoyên sînemayê daye destpêkirin.
17 kes beşdarî perwerdeyê bûne û armanca desteyê ew e ku behreyên ciwanan geştir bike.
Her wiha asta nivîsandina senaryoyên sînemayê xurttir bike û tevgera çandê jî li herêmê berfirehtir bike.
Desteya çand û şûnwaran ya kantona Reqayê bi rêya vê projeyê hewl dide derfetê li pêşiya ciwanan jî veke.
Ev perwerde di çarçoveya plansaziyên desteya çand û şûnwaran ya kantona Reqayê de tê cîbicîkirin.
