Klînîkên navenda Heyva Sor a Kurd li Helebê, ji bo pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî yên bêpere ji welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, 24 saetan di nav kar û xebatê de ne.
Di navendê de, sê kilînîkên sereke hene, ew jî: Beşa venêrîna zarokan, beşa nexweşiyên jinan û beşa alîkariyên destpêkê ye.
Li gel van kilînîkan, beşa dermaxaneya giştî jî heye, ku dikare beşeke mezin ji dermanan ji gel re peyda bike.
Kilînîkên navenda Heyva Sor a Kurd li taxa Şêxmeqsûda Xerbî dikeve û ji hêla kadroyeke pispor ve tê birêve birin.
KLÎNÎKÊN NAVENDA HEYVA SOR A KURD LI HELEBÊ XIZMETÊN BÊPERE PÊŞKÊŞÎ WELATIYAN DIKE
