LI QAMIŞLO JI BO DANASÎNA OLA ÊZIDYATIYÊ SEMÎNEREK LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Qamişlo, bi armanca danasîna ola Êzidiyatiyê û koka wê, semînerek li dar xist.

Sermîner bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîran û hejmarek ji êzidiyên efrîn û cizîrê li navenda yekîtiya rewşenbîrên rojavayê kurdistanê HRRK’ê ya li Qamişlo li dar ket.

Semîner ji hêla Hevserokê Yekîtiya Êzidiyê Efrînê Silêman Cefer ve hat birêvebirin.

Silêman Cefer li ser koka dîrokî ya ola Êzidîtiyê ya ji destpêka damezrandina wê ve heta rastiya navê olî, komkujî û fermanên ku li ser gelê Êzdî de pêk hatine, axivî.

Cefer got, Ji bo avakirina civakeke demokrat û aştiyane divê rêz ji ol û baweriyan re were girtin.

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin.

Share This Article