Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND ya Kantona Firatê Festîvala 8’emîn a Zarokan bi beşdarbûna 200 zarokî lidarxist.
Festîval li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê birêve diçe û wê du rojan dewam bike.
Festîval bi diruşma “Em jî dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin” tê organîzekirin.
Her wiha 200 zarokên ji bajarên Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa beşdar bûn.
Dê zarok bi riya komên mûzik, govend, şano û pêşbirkan hunera xwe pêşkêş bikin.
