Hevpeymaniya rêxistinên cvaka sivîl di çarçoveya çalakiyên akademîk û lêkolînê de panelek di derbarê perwerdeyê de lidarxist .
Panel li parka azadî ya bajarê Qamişlo di bin diruşmeya rastiya perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin .
Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, bijîşk, pisporên di warê perwerdeyê de û kesayetên serbixwe, tev li panel bûn .
Di panelê de derbarê pitşgiriya Hevpeymaniya rêxistinên cvaka sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê, pêwîstiyên girêdarî hepeymaniyê, piştgiriya 12 mijarên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên weke kehrebe, perwerde, sotemenî, tenduristî û jîngehê û hin mijarên din de nirxandin hat kirin.
Her wiha nîqaş li ser beşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.
Panel bi daxuyaniyek çapemeniyê derbarê projeya beşên tendrustî, çandinî û perwerdeyê de bi dawî bû.
