LI OSLOYÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELEBCEYÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Komeleya Senter a reşwenbîrên Li Osoloyê bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Helebceyê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de bi dehan kurdistaniyên ji çar aliyên kurdistanê ku li Osloyê dimînin, Mihemed Iskender ku yek ji xelkên Helebceyê ye, perlementerê berê yê Nerwicê û dostê gelê kurd Aktar Cardya beşdar bûn.
Mihemed Iskender di komxebatê de behsa êş û kêliyên komkujiyê ku di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, kir.
Her wiha Perlementerê berê yê Nerwicê û dostê gelê kurd Aktar Cardya jî axivî û diyar kir ku, ji bo bidawîkirina komkujiyên li dijî kurdan, divê kurd yekîtiya xwe ava bikin.
Aktar Cardya piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava nîşan da û hêvî kir ku aştî û aramî li herêmê misoger bibe.

Share This Article