Li gundewarên Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zeviyên çandiniyê û pûş şewitîn
Li derdora gundê Gir Sor û xaçerêya gundê Elî Fero yê li rojavayê bajarê Qamişloyê agir bi rûbereke mezin a zeviyên çandiniyê û erdên hatine çinîn, ket.
Li gorî agahiyan, ji ber bayê zêde şewat berbelav bû, lewre jî tîmên agirkujiyê û şênî zehmetiyên kontrolkirina şewatê kişandin.
Li gundê Baqila yê başûrê bajarê Çilaxayê jî derdora 100 donim zeviyê genim û 200 donim û 3 embarên di hundirê gund de şewitîn.
Li bajarê Tirbespiyê jî agir bi zeviyê dora benda Şabo ya başûrê bajêr ket û qadên çadiniyê yên hatine çinîn û yên nehatine çinîn, dane ber xwe.
