Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd îşaret bi xetereya kampa holê kir û diyar kir “Ev kamp xeteriyeke mezin li ser hemûmirovahiyê û welata ye û divê rêxistinên mafên mirovan bi erkên xwe rabin”.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka (QSD), (YPG) û (YPJ) di 25ʹê Tebaxê de qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞʹê li kampa Holê ragihand, di 17 Îlonê de operasyon bi dawî bû.
Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya hundirîn di encama operasyonê de 26 kes di nav de 36 jin ku sûcên qetilkirin û belavkirina fikrê tundraw ê DAIŞʹê kiribûn, hatin girtin.
Têkildarî mijarê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd got “ev operasyon di dem û cihekî guncaw de pêk hat”.
Sîham Dawûd îşaret bi xetereya kampa holê kir û got “Ev kamp xeteriyeke mezin li ser hemû mirovahiyî û welata ye.”
Her wiha Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd bang li rêxistinên têkildarî mafên jin û mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe kar bikin, jin û zarokan ji nû ve perwerde bikin û wan ji fikrê DAIŞʹê xelas bikin.
