Kampanya Xêrxwaziyê ya Newroz bi beşdariya dostên kurd ên ewropayê îro bi çalakiyekê pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan belav kir.
Çalakî bi beşdariya bi dehan zarok û malbatên şehîdan li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo hat sazkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre bixêrhatina mêvanan hat kirin.
Paşê di çalakiyê de pêdiviyên dibistanê li zarokan hatin belavkirin.
Li gorî Kampanya Xêrxwaziyê ya Newroz armanca Kampanya ew e ku kêfxweşî bikeve dilê zarokan.
LI QAMIŞLO ÇALAKIYEK JI BO ZAROKÊN ŞEHÎDAN HAT LIDARXISTIN
