Koçberên Efrîn û Şehbayê ku ji cih û warên xwe koçber bûne ji Rojava Tv re axivîn û mafê xwe yê vegera li gund û herêmên xwe bi bîr xistin.
Koçberan da zanîn ku ev maf tenê bi vekşîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka wan pêkane.
Di ser koçberiya duyem ya xelkê Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû.
Bi hezaran kes û malbatên ji Efrîn û Şehbayê, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û hatina hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ser desthilatê, hatine koçberkirin.
Koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dimînin axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk her dem dixwest me tune bike, lê me her dem li ber xwe dida û em ê her dem wisa bin.
Her wiha koçberan mafê xwe yê vegera li gund û herêmên xwe bi bîr xistin û dan zanîn ku ev maf tenê bi vekşîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji axa Efrînê pêkane.
Zêdetirî 120 hezar koçber ji Efrîn û herêma Şehbayê di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê xwe da deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
Lê hêviya vegera bi ewle li ser cih û warên xwe, hîna di dilê wan de zindî ye.
