RÊVEBERIYA REQAYÊ JI BO SALVEGERA 6`EMÎN A RIZGARKIRINA BAJÊR DAXUYANIYEK DA

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di salvegera 6`em’ a rizgarkirina Reqayê çeteyên DAIŞ`ê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd bê wergirtin.
Daxuyanî bi amadebûna Endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan ên li bajarê û gundewarê wê li Stadûyma Beledî ya li navarasta bajêr hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişand ser sûcên hovane yê dewleta Tirk a dagirker dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê ji bo pêşxistina civakan û avakirina ferdê azad ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd were girtin.
Dihat payîn bi boneya rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê 20`ê Cotmehê şahiyek pîrozbahiyê bihata lidarxistin, lê ji bo hevxemiya bi qurbaniyên Komkujiya Nexweşxaneya Xezayê re çalakî hat betalkirin.

Share This Article