Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê li Nexweşxaneya Minbic ya nû yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan vekir û dê çend beşên din jî werin vekirin.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê li Nexweşxaneya Nû ya Minbicê ya li kolana Rabîte yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan vekir. Deste lez dike ku beşên din jî li nexweşxaneyê veke.
Rêveberê Desteya Tenduristiyê Suheyb Walî axivî û got: “Di beşê de alavên nûjen hene û 8 saetan hatin tecrûbekirin û xwedî partîka bilind derketin. Dê ximzeta vê yekê li gorî derfetên welatiyan bin.”
Walî got: “Dê di demeke nêz de vekirina beşa Mammograf ku berpirsê aşkerakirina zû ya penceşêra pêsîrê ye were ragihandin.
Dê ev nexweşxane bikeve xizmetkirina şêniyan, barên welatiyan û êşên wan a ji ber çûna li kantonên din sivik bike.”
