LI NEMSA Û NIRWÊC BI BONEYA 8’Ê ADARÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Çalakiyên bi boneya roja jinan a cîhanî li seranserî cîhanê dewam dikin. Bi vê boneyê tevgerên jinên kurd li Nemsa û Nirwêcê çalakî lidarxistin

Bi dehan endamên tevgerên jinan yên kurd, siyasetmedarên ewropî û rêxistinên mafên mirovan li paytexta Nemsa Viyênayê li hev kom bûn û şahiyek bi boneya 8’ê Adarê li darxistin.

Bi heman boneyê jî mala jin a li Osloya paytexta Nirwêcê şahiyek li darxist û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Di şahiyan de hunermendên kurd amade bûn û bi stran û gerandina govendê, 8’ê Adarê pîroz kirin.

Share This Article