Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê kampaniya komkirina îmzeyan ji bo dawîkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan da destpêkirin.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Tevgera Civaka Demokratîk a li bajarê Qamişlo hat xwendin. Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen jî amade bûn.
Di daxuyaniyê hate gotin; tevahî hincetên dewleta Tirk ên ji bo rewakirina kiryarên wê yên îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî Rêber Ocalan, neheq in. Karê wê di vê derbarê de sîstematîk e û dijberî bendên madeya /1/ a Lihevkirina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ye.
Her di daxuyaniyê de bang li CPTyê hate kirin ku bi lez tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan bidawîbike.
Tê payîn ku hemleya îmzeyan heta 15`ê Sibatê (salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan) dewam bike.
