Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê derbarê diyardeya xwekuştinê û sedemên wê de semînereke hişyarkirinê lidar xist.
Di semînerê de endamên Rêveberiya Xweser a kantonê û desteyên wê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, xet û meclisên sivîl, rûspiyên eşîran, Saziya Olî û şênî beşdar bûn.
Her di semînerê de, axaftin li ser navên Saziya Olî, Meclisa Partiya sûriya pêşerojê ya Minbicê hat kirin.
Beşdaran diyarin kir ku rewşên şer, krîza Sûriyê û berbelavbûna hişbirê ji sedemên sereke yên xwekuştinê ne û divê xebat li ser sînordarkirina wê were kirin.
Hat diyarkirin ku ji bo hişyarkirina civak û ciwanan, pêşxistina civakê û rizgarkirina wê ji van nexweşiyên xeternak pêwîste her dem semîner werin lidarxistin.
