Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclîsa Malbatên Şehîdan ên kantona Minbicê bi daxuyaniyên cuda, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.
Her du aliyan di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku aramiya herêmê têk bibe, û gel di pêvajoya qirkirinê re derbas bike.
Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê bang li koalîsyona navneteweyî û hêzên Rûsiyayê kirin ku li hember êrîşan berpirsyar bin, qada hewayî kontrol bikin û polîtîkayên qirkirinê rawestînin.
