ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD EBDUREHMAN OMER OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şervanê QSDˈê Ebdurehman Omer bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate oxirkirin.
Merasîma ku bi sedan şênî beşdar bûnê, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Bi navê hêzên leşkerî Macid Şemdîn jî îşaret bi pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku, divê asta têkoşîn û berxwedaniyê were mezinkirin.
Piştî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.

Share This Article