FERMANDARIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN EWLEKARIYÊ ÇALAKIYA ROJA TÊKOŞÎNA DIJÎ HIŞBIRÊ LI DARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Hundirîn a Kantona Reqa û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê Roja Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Cîhanê de, li Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Hisên Osmna û Evîn Siwêd, hevserokatiya Desteya Tenduristiyê û Meclisa Edaleta Civakî beşdar bûn.

Di civînê de Hisên Osman axivî û got: “Bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Cîhanê divê em spasiya kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin ku li dijî vê xeteriyê ku zirarê dide beden û civakê ji cewhera wê bi dûr dixe.”

li ser navê Meclisa Edaleta Civakî axaftin hat kirin û hat gotin ku Her kes dizane hişbir pandemiyeke herî xeternak e.

Desteya Tenduristiyê jî spasiya endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê li ser kar û xebatên wan yên di têkbirina madeyên hişbirê de kir.

di dawiyê de fermandariya giştî ya hêzên Ewlekariyê got: ”Tevî gelek amûrên ji bo bikaranîna hişbirê, lê hêzên me bi tensîqa li gel Dozgeriya Giştî û Desteya tenduristiyê miqdarên mezin di 17/4/2024ˊan de pûç kirin.

Share This Article