xwendekarên wêje û zimanê kurdî yên zanîngeha kobanê projeyên xwe yên derçûnê nîqaş kirin.
xwendekaran projeyên xwe bi amedebûna bi dehan Endamên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, Saziyên Sivîl, Xwendekar,Mamoste û Rêveberên Zanîngeha Kobanê pêşkêş kirin.
Di çalakiyê li ser navê zanîngeha kobanê axaftin hate kirin û hate gotin, pêşkêşkirina pirojeyên derçûna xwendekaran di van rewşan de cihê hêzê ye.
bi riya zoomê wêjevanên zimanê kurdî ji derveyî herêmê beşdar bûn û behsa girîngiya pisporiya her xwendekarekî di zimanê kurdî de ,berhevkirina çanda kurdan û weşandina di pirtokan de,kir .
