Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Kobanê ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê meşek li dar xist û berxwedana zindanan silav kirin.
Meş ji têketina bajêr heta bi Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê çû, Li goristanê şehîdên 14ˊê Tîrmehê hatin bibîranîn û mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin.
Li goristanê axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê hat kirin û hate diyarkirin ku ew bi saya şehîdên vê şoreşê gihîştin vê astê.
Piştire malbatên şehîdan li ser gorên şehîdên xwe mûm pêxistin û şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.
