LI HEMBER TECRÎDÊ Û QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE, GEL BI HÊRS E

Rojava Tv
1 Min Read

Berdevka komîteya Lêkolîn û Ronakbarî ya azadiya rêber Abdullah Ocalan Pelda Şêxo derbarê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de ji Rojava Tv re diyar kir ku her kes zane çareseriya pirsgirêkên rojhilata navîn bi riya îdîyoljiya rêber Apo pêkan e.

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.

Li hemberî girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina ‘cezayên dîsîplînê’ bertekên gel zêde dibin.

Berdevka komîteya Lêkolîn û Ronakbarî ya azadiya rêber Abdullah Ocalan Pelda Şêxo diyar kir ku bi zanebûn tecrîd li dijî rêbertî tê meşandin, ji ber her kes zane çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi riya îdîyoljiya rêber Apo pêkan e.

Her wiha Pelda Şêxo anî ziman ku her çiqas dewletên desthilatdar tecrîdê giran bikin ew ê nikarbin gel û rêber Apo ji hev qut bikin.

Ji 25’ê Adara sala 2021’an ve ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin bi vî awayî jî gelên Kurdistanê ji bo rewşa tendrustiya Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de bi fikar in.

Share This Article