Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de Encumena Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.
Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Kongra Star û jinên bajêr li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de sinivizyonek li ser jiyana Şehîd Hevrîn Xelef, Lêman Şiwêş û bi dehan şehîdên din, hat pêşkêşkirin.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin û armancên wan pêk bînîn.
LI QAMIŞLO SÎNEVIZYONEK LI SER ŞEHÎDÊN JIN HAT PÊŞANDAN
