LI KOBANÊ ŞEHÎD MIZGÎN HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Çand û Hunerê û tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê îro merasîmeke bîranînê ji bo salvegera 34`emîn a şehadeta hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) li dar xist.

Di merasîma bîranînê de bi dehan endamên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl û hunermend amade bûn.

Di merasîmê de sînevîzyonek der barê jiyana şehîd Mizgîn û rola wê ya di hunera kurdî de hate pêşandan.

Li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê “Gulşîn Hiso” axivî û anî ziman ku Ş. Mizgîn roleke xwe ya girîng û biwate di hunerê de hebû. Ew bi hemû hezkirin û hêvî karê hunerê dikir û bi riha hunerê azadî ji cîhanê re da nîşandan.

Di dawiya merasîmê de Koma Bozan a Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê stran pêşkêş kirin.

Share This Article