DÎWANA WÊJEYÊ CIVATÊN NIRXANDINA PIRTÛKÊN KURDIYÊ LI DAR DIXE

Rojava Tv
2 Min Read

Dîwana wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di civatekê de pirtûka romannivîsê Kurd Merwan Berekat ya bi navê Deriyên Reş nirxand.
Di civatê de xwîneran têbiniyên xwe ji nivîskar re vegotin.
Ev yekem çalakî ye li ser asta herêmê tê lidarxistin û dê dîwana wêjeyê berdewamiyê bide çalakiyên weha.

Di çarçoveya wan gav û bizavên geşbîn de, dîwana wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên cihêreng li dar dixe.

Ev romana Deriyên Reş ya romannivîsê Kurd Merwan Berekat e ku behsa serpêhatiya keçeke Kurd ya serhildêr dike, ji aliyê dîwana wêjeyê ve hate nirxandin.

Hejmarek xwîner û hezkiriyên wêjeya Kurdî li hev civiyan û nêrîn û têbîniyên xwe yên li ser pirtûkê ligel nivîskar parve kirin.

Merwan Beraket bi rêya online beşdarî civata nirxandinê bû û bersiva pirs û nîşeyên amadebûyan da.

Beşdarên çalakiyê pêşwaziyê li gavên weha dikin û diyar dikin ku, ev bizav dikeve xizmeta dewlemendkirina wêjeya Kurdî û berbelavkirina çanda xwendinê.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mehane 2 civatên weha li kantona Cizîrê saz dike û li gorî rêvebirên wê, dê berdewamiyê bidin çalakiyên xwe.

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve bi sedan pirtûk li pirtûkxaneya Kurdiyê hatine zêdekirin û sal bi sal keftûlefta weşangeriyê geştir dibe.

Share This Article