Li bajarê Kobanê şanoyek têkildarî berxwedana gel û şervanan a li Bendava Tişrînê hat pêşkêşkirin.
Şano li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl û şanogerên kobanê hate pêşkêşkirin.
Beriya pêşkêşkirina şanoyê, endamê koma Şanoya Çiya Harûn, Hêvî axivî berxwedana gel a li bendavê silav kir.
Di axaftinê de hat destnîşankirin ku, Bi saya berxwedana gel a li bendavê îro her kes aram jiyan dike, ji lewra re wan xwast şanoyekê derbarê biryardariya gel de pêşkêş bikin.
Piştî axaftinê kurteşano hate nîşandan. Piştî nîşandanê şanoger ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatin xelatkirin.
