LI KOBANÊ MERASÎMA 5 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan, Jiyan Kanîwar û Awaz Çiya yên di 21`ê Çileyê li Reqa şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin oxirkirin. Her weha şervanên YPG`ê Kurdo Kobanê yê 4`ê Nîsanê li Kobanê şehîd bibû û şervana YPJ’ê Rojeng Jînda ya 21`ê Çileyê li Reqa şehîd bibû, bi bîr anîn.

Merasîma ku bi sedan kes tevlê bûn, bi deqeyek rêzgirtin dest pêk kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Kobanê û fermandariya YPJ`ê axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên sê şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” spartin axê.

Share This Article