KOMÎTEYÊN LIHEVANÎNÊ YÊN REQA Û TEBQAYÊ CIVÎNA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya komîteyên lihevanînê yên Meclisa Dada Civakî ya Reqa û Tebqayê di bin diruşmeya “bi pêşketina lihevhatina civakî ramana neteweya demokratîk pêk tê” civîna xwe ya salane li dar xistcivîn li Navenda Çandê ya Reqayê bi amadebûna kesayetên siyasî û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî, navdar û şêxên eşîrên bajarên Reqa û Tebqayê hate lidarxistin.
Di civînê de mijarên civakî, weke rûbirûbûna tawan û madeyên hişber, û çawaniya çareserkirina wan bi rêya komîteyên lihevhatinê hatin nîqaş kirin.
Her wiha rapora salane hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin .

 

Share This Article