HEMAHENGIYA ZANÎNGEHAN XELATKIRINA KUJERÊ HEVRÎN XELEF ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi daxuyaniyekê xelatkirina kujerê Hevrîn Xelef ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.

Hemahengî dibêje, zanîngeha Mêrdînê ya dewleta Tirk kujerê Hevrîn Xelef Ebû Hatim El Şeqra xelat kiriye û wê yekê weke têkdana nirxên zanistê bin nav dike.

Her wiha hemahengî diyar dike ku, serçete Ebû Hatim El- Şeqra ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên mirovî ve weke terorîst hatiye naskirin.

Hemahengiya zanîngehan di daxuyaniyê de aşkere dike ku dewleta Tirk bi xelatkirina terorîstan asta zanîn û zansitê têk dibe.

Di dawiyê de hemahengiyê bang li tevahî zanîngehên cîhanê û akademîsyenan kir ku li hemberî vê bûyerê helwest nîşan bidin.

Share This Article