LI KOBANÊ JI BO 10 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ MERASÎMEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê ji bo 10 şervanên QSD’ê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Di merasîmê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ji fermandarên QSD’ê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Desteya Rêveber a PYD`ê Foza Yûsif amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî û Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî axivîn.

Dûre ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd bi dirûşman spartin axê.

Share This Article