FELSEFEYA “JIN JIYAN AZADΔ TIXÛB Û BENDÊN DAGIRKERAN DIHERIFÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku nûnertî û serkêşiya xeta jinên têkoşêr û azadîxwaz dike, her ku diçe li çar hêlên cîhanê olan dide.

Bingehê felsefeyê ku bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir, di demeke pir kurt de, reh û tovê xwe li her deverê reşand.

Herî dawiyê jinên Hindistanê di dema ku destdirêjî û qetilkirina bijîşkekê şermezar dikirin, felsefeya Jin Jiyan Azadî berz kirin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ji Rojava TV re behsa giringiya dengvedana vê felsefeyê dike.

Her wiha Rîhan Loqo da zanîn ku divê jin bi rihê xweparastinê têkoşîna xwe xurttir bikin.

Felsefeya Jin Jiyan Azadî cara yekem ji aliyê Rêber APO ve hate derxistin û di demeke kurt de li çar hêlên cîhanê deng veda. Di sedsala 21’emîn de jî, jin di bin wê dirûşmeyê de têkoşîna xwe geştir dikin.

Share This Article