Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê 46 salên xwe yên tijî berxwedan, têkoşîn, destkeftî, serkeftin û fedekariyan derbas kir.
Bi boneya salvegera 46ˋemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKˋê li bajarên kobanê û helebê şahiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin.
xelkên bajarê kobanê salvegera damezirandina 46’an a PKKˋê bi şahiyekê pîroz kirin.
Şahî bi beşdarbûna saziyên rêveberiya xweser , partiyên siyasî, saziyên sivîl malbatên şehîdan û gel li qada Şehîd Egîd hat lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger, însyatîva gel hat kirin û damezirandina pkk û destkeftiyên wê yên dîrokî vegotin.
her wiha xelkên kobanê tekez kirin ku heta henaseya dawiyê dê piştgiriyê bidin gêrîlayên azadiyê û dê serkeftin para gêrîlan be.
li bajarê helebê jî Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD, li hola Efrîn a taxa Şêxmeqsûd şahiya pîrozbahiyê li dar xistin.
Di şahiyê de endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, komîn, meclis, hêzên leşkerî, rûspî û şêniyên taxên Şêxemeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.
Di şahiyê de axaftin li sr navê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin û berxwedana dîrokî ya gerîlayan hat silavkirin û hate gotin ku, Gerîla şerê hebûna gelê Kurd dikin û heta pêkanîna serkeftin û azadiyê li ser şopa gerîla û Rêber Apo bin.
Piştre komêm beşdar stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin û Koma Stêrkên Efrînê jî govendên folklorî pêşkêş kirin.
