Şaredariya gel a bajarê Kobanê ji bo pêşxistina paqijiya bajêr, dest bi hemleya Paqijiyê kir.
Hemleya paqijiyê ji kolana sereke ya bajêr dest pê kir. Beşdaran bi avê dest bi şûştina kolanan kirin.
Hevserokê Şaredariya gel a Kobanê Fewaz Ehmed ji Rojava Tv re axivî û behsa armancên hemleyê kir.
Her wiha anî ziman ku dê her mehê carekê hemleyên bi vî rengî li bajêr were pêk anîn.
