LI KOBANÊ BI HEZARAN KESÎ SLAVEGERA ŞOREŞÊ PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Kobanê bi beşdariya bi hezaran kesî 14 saliya Şoreşa Rojava bi coş hat pîrozkirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, li Stadyuma Şehîd Bawer Agir şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê Hevserokê Meclisa Rêveber a Kobanê Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de got, wê Kobanê rola xwe ya pêşeng û stratejîk biparêze û ji bo vê jî tê bikoşe.

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê jî pîrozbahî diyarî giyanê têkoşerên şoreşê kir û got Em li vir ruhê tevahî cangoriyên azadiyê zindî dikin, ji ber vê jî di vê şahiyê de em sozên xwe nû dikin.

Piştre, komên hunerî yên Kobanê, hunermend Baran Dilbihar û hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Berbang Hilat hunerên xwe pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendê, berzkirina dirûşmeyan û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

Share This Article