XELKÊ QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ BAŞÛR MEŞEKE GIRSEYÎ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

bi sedan xelkên qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî başûrê kurdistanê û hevkariya pdk’ê ya bi dagirkeriyê re meşiyan.
Meş li ser banga Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dewam kir.
paşê daxuyaniyek hate dayin, di daxuyaniyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û hete gotin,dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê têk çûye lewma êrîşên xwe bi hevkariya PDK’ê zêde dike.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê jî hat kirin ku li hember planên Tirkiyê ên derxistina tevliheviyê di nava gelên Ereb û Kurd de helwestên xwe nîşan bidin

Share This Article