RÊVEBERIYA XWESER DÊ DEST BI DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Gerînendeya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm ji Rojava TV re ragihand ku dê, Rêveberiya Xweser dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bike.

Ciwan Mele Îbrahîm got, Rêveberiya Xweser berdewam bang li hêzên navdewletî dike ku dadgehekê ji bo darizandina DAIŞ’ê ava bikin, lê heta niha her kes bêdeng e.

Her wiha diyar kir ku, dê Rêveberiya Xweser di demeke nêzîk de dest bi darizandina tevahî çeteyên DAIŞ’ê bike.

Duh jî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihandibû, ew amadekariyan ji bo darizandina DAIŞ’îyan dikin.

Share This Article