Doh Bi serpereştiya Rêveberiya Xwerser a Herêmê Cizîrê û di bin dirûşmeya ‘Bi Rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê Em ê Rêber Apo Azad Bikin û Netewa Demokratîk Misoger Bikin’ 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li 6 navendên li Herêmê Cizîrê hat pîrozkirin.
Ji bo em zêdetir hûrgiliyên şahiyan nas bikin em bi hev re li vê raporta heyî temaşe bikin.
Duh di bin dirûşmeya ‘Bi Rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê Em ê Rêber Apo Azad Bikin û Netewa Demokratîk Misoger Bikin’ li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Li Herêma Cizîrê şahî li Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Hesekê û Şedadê hatin lidarxistin.
Şahiya bajarê Qamişlo li statgeha Heysem Kiço, navçeya Dirbêsiyê li parka Ş.Zevîn û bajarê Hesekê li parka 4’ê Nîsanê bi beşdarbûna bi sedan ji xelkên herêmê li dar ket.
Şahiyên li seranserî herêmê bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ dest pê kirin.
Beşdarvana şahiya bajarê Qamişlo Sîham Silêman ji RojavaTV re axivî û got, ew roja 19’ê Tîrmehê roja vejînê li her çar aliyên Kurdistanê pîroz dike.
Her wiha Beşdarvanê şahiya navçeya Dirbesiyê Sibhî Sîno jî diyar kir ku bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek destkefiyên girîng li herêmê hatin bi dest xistin.
Berdevka Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Hesekê Koçer Hisên ku beşdarvana şahiya Hesekê bû got, Divê em ji her demê zêdetir destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
Hevserokên Encumena Cibîckar li gel Hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêmê Cizîrê di şahiyan de axivîn û gotin, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji gelê herêmê re bû şoreşa azadî, rûmet, demokrasî û biratiyê her wiha bang li gelê herêmê kirin ku destkeftiyên şoreşê ji her êrîşê biparêzin.
Şahiyên li herêmê bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’, tilîliyên dayikan û bi gerandina govendan bi dawî bû.
