LI KOBANÊ BAWERNAME LI XWENDEKARAN HATIN BELAVKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajar û gundewarên Kobanê bawername li 27 hezar û 598 xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî hatin belavkirin û xwendekarên serketî hatin xelatkirin.

Li 106 dibistanên bajar û gundewarên Kobanê bawername li xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî hatin belavkirin. Xwendekarên serketî jî hatin xelatkirin.

Belavkirina bawernameyan saet 09.00‘an bi amadebûna xwendekar, malbatên wan û kadroyên perwerdeyê dest pê kir.

Bawername li 27 hezar û 598 xwendekaran hatin belavkirin, ji wan 19 hezar û 404 xwendekarên seretayî bûn, 5 hezar û 778 xwendekarên navîn bûn û 2 hezar û 416 jî xwendekarên amadehî bûn.

Bi belavkirina bawernameyan sala perwerdeyê ya 2025-2026‘an bi dawî dibe. Lê xwendekarên refên 6 û 12 hîna ezmûnên xwe didomînin.

Share This Article