Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê îro 6 Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bibûn, bi bîr anî.
25’ê Kanûna 2021’an balefireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker maleke sivîlan li bajarê Kobanê hedef girt, di encamê de 6 Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yeketiya Jinên Ciwan şehîd bûn.
Bi boneya nêzîkbûna salvegera duyemîn a Şehadeta 6 Endamên Ciwanên Şoreşger de, Yekîtiya Jinên Ciwan a Firatê îro merasîmeke bîranînê li hola Encumena Malbatên Şehîdan a Kobanê li dar xist.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan mûm li ser wêneyên şehîdan vêxistin.
Di merasîmê de Yekîtiya Jinên Ciwan 6 Şehîdên xwe bi bîr anî û tekezî li ser şopandina xeta şehîdan û xurtkirina ciwanan kir.
Piştî axaftinan sînefizyonek li ser jiyana 6 şehîdan hat pêşandan.
LI KOBANÊ 6 ŞEHÎDÊN TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER HATIN BIBÎRANÎN
