Kongra Star a bajarê Qamişlo û Hesekê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuayniyên cûda ragihandin.
Kongra Star a bajarê Qamişlo û Hesekê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuayniyên cûda ragihandin.
Kongra Star a bajarê Qamişloyê li Stada 12’ê adarê bi beşdariya bi sedan ji jinên saziyên Rêveberiya Xweser bername eşkere kir.
Kongra Star di daxuayniaya xwe de diyar kir ku, 8’ê Adarê wateyeke xwe ya ji bo tevahî jinan ku di vê rojê de li beramberî dîktatoriya ku li ser jinan tê kirin heye.
Bi vê rojê em îradeya xwe, berxwedana xwe dubare dikin. Hemû rojên jinan dê bibin 8’ê Adarê, rojek tenê ji bo jinên cîhanê têrê nake.
Kongra star daxuyaniya xwe bi silogana “jin, jiyan, azadî” bi dawî kir.
Ji bo heman boneyê Kongra Star a bajarê Hesekê jî bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê li Parka 4’Nîsanê, bi beşdariya jinên ji bajarê Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan û koçberan ragihand.
Kongra Star di daxuyaniyê de got: “Tundî dê me netirsîne, sûc dê me neşikîne û em ê gavekê jî ji parastina destkeftiyên şoreşa jinan paşve neavêjin.
Ji Denîz Çiya bigire heta Gerîla Amara û ji her şehîdeke ku jiyana xwe ji bo parastina rûmeta jinan û azadiya civakê daye, em piştrast dikin ku xwîna wan veguheriye hêzeke ajotinê ji bo têkoşînê û hişmendiyeke kûr di nava jinan de.
Kongra Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de bernameya çalakiyên xwe ji bo 8’ê adarê YA bajarê Hesekê eşkere kir.
Kongra star daxuyaniya xwe bi silogana “jin, jiyan, azadî” bi dawî kir.
