LI KOBANÊ 6 ŞEHÎDÊN TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera ciwanên şoreşger a bajarê kobanê îro bi merasîmekê 6 endamên xwe ku di êrîşa dewleta tirk sala 2021’an de şehîd bibûn, bi bîr anî.
Merasîma bîranînê bi beşdarbûna bi dehan endamênTevgera ciwanên şoreşger û hevreyên şehîdan li cihê hedefgirtina her 6 ciwanan hat li darxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştra li ser navê meclîsa malbatên şehîdan axaftin hat kirin.
Di axaftinan de 6 şehîdên Tevgera ciwanên şoreşger hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.
Piştî axaftinan endamên Tevgera ciwanên şoreşger û hevreyên şehîdan mûm li cihê bûyerê pêxistin û siloganên şehîd namirin berz kirin.

Share This Article