NIVÎSGEHA JINAN A MSD’Ê KOMXEBATEKE DIYALOGÊ LI HELEBÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê, komxebateke diyalogê li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Di komxebatê de, komek rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan û jinên serbixwe beşdar bûn.

Mijara yekem a komxebatê ya bi navê “Nenavendîbûn li Sûriyeyê”, ji hêla endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê “Îman Elo” ve hate xwandin.

Di beşa duyemîn a komxebatê de, parêzer “Helîme Îbrahîm” mijara bi navê “Destûra Nû ya Sûriyeyê û Rola Jinan di Wê de” ji beşdaran re şîrove kir.

Komxebat bi wergirtina raman û pêşniyarên beşdaran, ên derbarê xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û di pêvajoya nivîsandina destûra Sûriyeyê de, bi dawî bû.

Share This Article