LI KANTONA ŞEHBAYÊ SALA NÛ YA XWENDINÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read
LI KANTONA ŞEHBAYÊ SALA NÛ YA XWENDINÊ DEST PÊ KIR

Proseya perwerdeyê li herêmên Rêveberiya Xweser sal bi sal ber bi pêşveçûnê ve diçe û hejmara xwendekaran jî zêdetir dibe.

Îro li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya xwendinê ya 2023-2024’an dest pê kir.

Li kantona Şehbayê jî tevî zor û zehmetiyan bi sedan xwendekar bi rûkenî û heyecan dest bi xwendina xwe kirin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Şehbayê Hena Kalo diyar kir ku, çi dibe bila bibe ew ê di perwerdekirina zarokan de berdewam bin.

Share This Article