Komîteya Şêwirmendiyê ya xelkên bajarê Reqayê bi hevserokê Komîteya Danûstandinan Ebdul Hemid El-Mehbaş re civiya û pêşketinên dawî yên têkildarî pêvajoya danûstandinên bi Şamê re nîqaş kir.
Civîn bi beşdariya nûnerên şêxên eşîran, rewşenbîr, partiyên siyasî û kesên qanûnî li hola civînan a Meclîsa Cîbcîkar a Kantona Reqayê hat sazkirin.
Ebdul Hemid El-Mehbaş behsa xebatên komîteyên taybet ên ku di navbera her du aliyan de ji hatine avakirin kir û got, komîteyên hatine avakirin dê bi dorê civînên xwe di çarçoveya cidîyet û berpirsiyariya neteweyî de lidar bixin.
El-Mehbaş tekez kir ku, ji bo avakirina pêşerojeke aram ji bo Sûriyan divê bi lez bendên peymana 10’ê adarê werin pêkanîn.
Beşdaran di civînê de piştgiriya Komîteya Danûstandinan kirin û piştrast kirin ku diyalog rêbazek stratejîk ji bo avakirina Sûriyek nû, yekgirtî ya li ser bingeha prensîbên hemwelatîbûn û wekheviyê ye.
