ÊZDIYÊN HELEBÊ BANGA AŞKEREKIRINA REWŞA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Mala Êzîdiyan a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîd û “cezayên displînê” li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dem dema azadiya Rêber APO ye, lewra pêwîste her kes li gorî vê yekê bi berpirsyarî tevbigere,
Mala Êzîdiyan a Helebê anî ziman ku, projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye nûnertiya hêviyên gel dike û ji bo rizgariya gelên bindest dibe bingeh.
Mala Êzîdiyan diyar kir ku, dem dema azadiya Rêber APO ye, lewra pêwîste her kes li gorî vê yekê bi berpirsyarî tevbigere, ji ber azadiya Rêbertî pêkanîna jiyana demokrasî, azadî û rûmet e.
Mala Êzîdiyan a Helebê di dawiyê de ji bo aşkerekirina rewşa tendrustî ya Rêber Abdullah Ocalan banga destwerdana lezgîn kir û got, divê rêxistinên navnetewî dawî li sîstema qirkirinê ya dewleta Tirk bînin.

Share This Article