LI KANTONA REQAYÊ JI 2 DEWREYÊN ERKAXWEPARASTINÊ 387 LEŞKER DERÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser bi boneya derçûna, 2 dewreyên Hêzên Erka Xweparastinê ji Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî û Akademiya Şehîd Kesko ya kantona Reqayê merasîmek lidarxist.
Di merasîma derçûnê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên têkoşeran amade bûn.
dewreya bi navê “Şehîd Ehmed Nasir El Silêman” û “Şehîd Hemo Qamişlo” 387 şervanên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde beşdar bûn , 45 rojan berdewam kir.
şervanan di dewreyê de dersên Siyasî,Leşkerî Îdeolojîk didîtin.
Di merasîmê de fermandarê Kemesyonên siyasî Hazim axivî û derçûna dewreyên erxweparstinê li tavahiyan pîroz kir û got ku parastin ne tenê erka van şervanan e,lê belê parastin erka me her kesî ye.
Merasîma dercûnê bi Toraneke Leşkerî bi dawî bû.

Share This Article